Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ava mezin] de;

3. min xwest ku ez çîrokê hinekî berfirektir vebêjim lewra dema ku min li jor ji peyama xendekî çîrokê tam fêhm nekir. dibe ku we jî baş fêhm nekiribin.

di payîza 1989an de 22 kadroyên ku li geliya bekaayê perwerdehiyeke baş standine, bi emra rêveberî abdullah ocalan, dikevin rê, ber bi parêzgeha garzanê ve diçin. riya dirêj e. ew ê ji libnanê bi rê bikevin û riya wan dê li garzanê biqede. ji bo vê yekê divê ew ji gelek cihan derbas bibin. yek ji van cihan jî derika hemko ye. li dêrika hemko 3 kesên din tev li wan 22 gerîlayan dibin da ku rêberiya ji wan re bike. li kêleka dêrika hemko çemê dîjleyê ango ava mezin heye. divê ew ji av mezin derbas bibin. wexta ew dest bi derbasbûnê dikin, leşkerên tirk êrîşê li wan dikin. di vê êrîşê de gerîlayek ji wan 22 gerîlayan jiyana xwe ji dest dide û ew sê hevalên ku li dêrika hemko tev li wan 22 gerîlayan bibûn, ji bo ku erka xwe bi cih bînin û nehêlin gerîlayên ku emanî wan e bimirin. xwe feda dikin û bi leşkerên tirk re dest bi şer dikin. di vî şerî de her sê egît jî jiyana xwe ji dest didin û di hişê gelê kurd de weke qehremanan bi cih dibin. strana koma cudî jî ji vê çîrokê hatiye çêkirin..

ka ez lînka stranê jî bidim we: http://youtu.be/ewB8F08nziY



14.01.2015 18:30 | mergehez