Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zewaca dema xwendina zaningehê] de;

2. Ger rewşa aborî ya xwendekarekî baş be beelkî ti pirsgirêk dernekeve Lê dîsa jî kesekî zewicî gelek tiştan winda dike. Mesela azadiya wî dê ne weke berê be, dê rehet rehet her tiştê ku dixwaze, neke. Divê hertim mala xwe hevjina xwe bifikire, zarokên xwe bifikire. Lê aliyên wê yên xweş jî hene. Meriv bi kesekî/e ku jê hez dike re jiyana xwe parve dike. Dema diçe malê hezkiriya xwe dibîne. bi giştî kêfxweş dibe Lê ev jî heta ku meriv dielime vê rewşê û jê re normal tê, didome. ji ber ku min zewacê neceribandiye nizanim bê tiştekî çawa ye.

ger rewşa aborî ya kesekî/ê ne baş be qet pêşniyar nakim. Divê meriv ji xwe re têra xwe pere têxe ser hev û dûvre bizewice lewre zewac ne tiştekî hêsan e. Tenê bi hezkirinê nadome. Aliyê wê yê aborî zêde zêde girîng e. Neyse evqas bes e. Yê ku dê bizewice, ew û kefa wî/wê dizane.



17.03.2015 12:02 | mergehez