19. MIZGÎNÎ: Gotinên Stranan bi dîzayneke nû niha hem li ser google play storeê hem jî li ser app storeê ye. Yanî hem ji bo telefonên androîd hem jî ji bo iphonean! Gotinên Stranan Gotinên Stranan mezintirîn koleksiyona gotinên stranên Kurdî ye. Di sepanê de nêzî 7000 gotinên stranan û ji 800î zêdetir stranbêj hene. Bi lêgerîna berfireh mirov dikare di nav gotinên stranê de jî lêgerînê bike. Ku bikarhêner ji stranekê hez bike dikare wê stranê bike favorî an jî parve bike. |
|
22.02.2022 20:26 ~20:29 |
mergehez
|
18. Versiyona 2.3ê derket. Zûzûka rojane bikin. Gelek tiştên xweş lê zêde bûn. |
|
17.11.2015 19:07 |
mergehez
|
15. Sepana ku niha tê dw 2627 heb gotinên stranan hene. Koleksiyoneke wiha li derekê bibînin ez ê herim li wir xwe daliqînim* |
|
10.09.2015 00:55 |
mergehez
|
12. Piştî du roj û nîvan hejmara daxistinê dîsa rojane bû. Sepana min a ku ne pêdiviyeke bingehîn e hejmara daxistina wê niha 1177 e * |
|
25.08.2015 03:44 |
mergehez
|
10. sepana ku bû du hefte ku di marketê de ye. lê li îstatîstîkan binerin: |
|
22.08.2015 13:09 ~15:54 |
mergehez
|
7. niha ji 2000ê zêdetir stran tê de hene û her ku biçe wê zêdetir bibe. |
|
10.08.2015 04:17 ~2022.02.11 20:43 |
mergehez
|
5. niha di marketê de versiyona amadeyî weşandinê heye. hûn dikarin belaş daxin. dîsa bêjim ne bi pera ye ha, belaş e belaş * |
|
09.08.2015 21:19 ~2022.02.11 20:43 |
mergehez
|
2. Gotinên Stranan Gotinên Stranan mezintirîn koleksiyona gotinên stranên Kurdî ye. Di sepanê de nêzî 6000 zêdetir gotinên stranan û ji 600î zêdetir stranbêj hene. Bi lêgerîna berfireh mirov dikare di nav gotinên stranê de jî lêgerînê bike. Ku bikarhêner ji stranekê hez bike dikare wê stranê bike favorî an jî parve bike. Navê sepana min e ku ez nêzîkî 4 mehan li ser xebitîm. Niha 1100 stran tê de hene. Armanc 1500 stran e. Piştî ku ez gihîştim vê hejmarê ez ê bixim marketê. Lê heke ku hûn xêra xwe ji min re hinek gotinan bişînin ez ê sepanê ji we re niha bişînim * Ji vê derê spas li endazyar dikim ji ber ku xêra xwe zimanê sepanê wergerand dimilkî. Edit: min îro weşand. di marketa androîdê(google play store) de heye niha. Ji bo yên ku dixwazin daxin: Here lînkê lêzêdekirin: ez ê hê gelek tiştan lê zêde bikim: spasiya ji bo xendekî*, gotinên nû filan.. |
|
21.07.2015 21:52 ~2022.02.19 13:33 |
mergehez
|