Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dayê oy dayê] de;

1. navê straneke siyabendî ye. straneke pir xweş e. diyariyî we hemûyan dikim. guhdar bikin.

min li tu derê gotinên stranê û versiyoneke din a stranê nedît. tenê di vê malperê de versiyona wê ya îlahiyê heye. gotinên wê hatine guhertin:Here lînkê. di malperê de gotiye "gotin: gelêrî" lê belê îxtîmalek mezin strana siyabend bi xwe ye...



fermo:





gotinên stranê wiha ne:(min rasterast nivîsand, belkî hinek şaşî hebin)



Dayê oy dayê, qurban im dayê

Welatê şêrîn qetiye tengahiyê

Pêşmergên kurdan li serê çiyê

De bê birawo, tu çima nayê



Ne deşt û rezman, ne gund û bajar

Hemû vegirtin, çar hawîr diyar

Hezar dimirim, rojê hezar car

Qurban im dayê oy li min hewar



Geh of dikşînim, geh difikirim

Qet nasibêrim, qet ne havîr im

Ji eşqa welat, dikim dîn bibim

Îzna min bide, dayê ez herim



Dayê oy dayê, qurban im dayê

Welatê şêrîn qetiye tengahiyê



edît: halit bilgiç ji stranê re gotinên tirkî çêkiriya û bi heman muzîkê stiriyaye..

versiyona halîl bilgiç:(hişyarî: stran tirkîye):



25.06.2015 01:01 ~01:24 | mergehez