1. meriv dikare ji sê aliyan şîrove bike.
yek: ji aliyê çavkaniya azad:
c# tenê di platforma dotnet (.net)ê de dixebite yanî di wîndowsê de tenê dixebite lê java di her platformê de dixebite. java baş e ji vî alî. pêşeroja wê jî heye lê ji ber ku herkes wîndowsê bi kar tîne, ev cudahî zêde nayê ferqkirin.
du: ji aliyê hêsaniya nivîsandinê û bipeşketinê.
herdu jî bipêş ketine. hema hema weke hev. nivîsandina kodan di c# de hêsantir e û c# bêtir bi pêş ketiye. lewma c# ji vî aliyî ferqeke mezin diavêje javayê.
sê: ji aliyê piyasayê:
c# e elbet. lewra di bernameyên windowsê de pere heye. ji ber ku c# a microsoftê ye, bêtir fonksiyonên wê yên ji bo wîndowsê hene. lewma c# ji vî aliyî jî ferqeke mezin diavêje javayê.
welhasil: c# 10 - 8 java
|