Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêdawîtiya dojehê] de;

1. problemeke hemû olan e. ku rastî jî dojeh hebe û hin kes heta hetayê di dojehê de bişewitin, ev rasterast dibe zalimtiya xwedê.
tabî herkes heta hetayê di dojehê de naşewitin, hin kes wê têra gunehên xwe têkevin dojehê, piştî ku cezayê xwe kişandin wê derbasî bihuştê bibin. ev jî problemek e. em bêjin em ê di dojehê de "10 salan" bimînin lê piştî ceza qediya derbasî bihuştê bibin. bihuşt bêdawî ye. "10 sal" li "bêdawî"yê ne tiştek e. wê çaxê em "10 salan" di dojehê de bişewitin jî tişt nabe hema bila em bişewitin.
pirsa min ji oldaran ev e: "gelo hûn dikarin mantiqa bêdawîbûna dojehê rave bikin? Ku bêdawî be ev nabe karekî zalimane yê xwedê?"

nîşe: ji kerema xwe re dijûn mijûnan nekin! ev pirsek e, ji ber ku meraq dikim dipirsim..



02.06.2017 17:22 | mergehez