Tirşik - Profîl
tirşik-profîla mergehez

profîla "mergehez"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hevoksaziya tirşikvaninan] de;

9. hê jî li gor min hevoksaziyek rast e.

mesela mijar bila hiroshima, mon amour be Û ez peyamekê li ser wê dinivîsim:

fîlma alain resnais ya ku di sala 1959an de kişandiye.(1) fîlm reşûspî ye. yek ji fîlmÊn herî xweş yên ku min heya temaşe kiriye, ye.(2)



(1) li vir temam ne hewce ye mere ', ye'yê tÊxê.

(2) ka emê li vir çi bike? ku em ', ye'yê nexê wateya hevokê namîne Û jixwe lêker jî tune ye.



13.04.2014 00:37 | mergehez

7. min hertim ev hevoksaziyê biguman bikar anîtiye. hetta min pir bikar anîtiye. lê li gor min ev ne hevoksaziyek çewt e. lewra dema em.'ku'yê bikar tînin em peyva berî kuyê rave dikin û divê hevoksazî weke peyvên ku me piştî kuyê nivîsandine, tune be, bê saz kirin. mesela: "nivîsa ku min xwendiye, ye." di vê hevokê de şûna 'nivîsa ku min xwendiye' nivîs em têxin. nivîs (y)e. yanê em nivîsê rave dikin. neyse..



ez rêzimana kurdî baş nizanim û jixwe ez vê biguman bikar tînim. ji aniha pêv ez bikar nînim û temam *



03.04.2014 09:42 | mergehez