Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku wisa difikirin ku hemû kurd bi tirkî dizanin] de;

1. Mixabin zêdepariya Kurdên Bakur wiha nin! Heke bi tevahiya emrê xwe hîç ji gundê xwe, bajarê xwe derneketibe û xêncî Kurdên bakurê hîç Kurdên din nasnekiribe meriv dikare fêm bike. Lê min gelek caran kesên ku 30 sale li welatên Ewropa dijîn, jiyana rojane de gelek zimanên ciyawaz dibhêsin lê dema Kurdekî başûrî an jî rojavayî dibînin yekser tirkî xeber didin dîtine. Veca ev jî heye; li gorî çavderîyên min Kurdên başûrî, rojilat û rojavayî xêncî Kurdî, îngîlîzî jî dizanin lê Kurdên bakurê vê mijarê de jî wekî tirkan bêyî tirkî hîç zimanekî pak nizanin lê zêde xwebawer in. Dema Kurdekî dibînin yekser tirkî xeber didin. Mixabin ev yeka gelekî zêde hate li serê min, yanê dema min hevalên li parçêyên din ên Kurdistanê dane nasîn, Kurdê/a bakûrî sêrî de tirkî xeber de û dema dît ku ew kes tirkî nizane îcar jî aciz bûn, çimkî xwe biçûk hest kirin. Lê bi raya min ev kes jixwe biçûk in :/



01.08.2018 00:29 ~01:15 | jifêzagorda