Tirşik - Profîl
tirşik-profîla jifêzagorda

profîla "jifêzagorda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hüseyin tabak] de;

1. Hüseyîn Tabak ji malbateke (bnr: gundê qaşanlî)yê ye. Lê li ewropayê hatiye dinyayê û xwendîyê. Li Vîennayê Akademîya Fîlman xwendîye û bûye xwendekarê (bnr: michael haneke) Fîlma wî ya yekemîn "Güzelliğin 10 para etmez/bedewîya te kêrî tişteke nayê" bû. Îsal bi belgefîlma xwe ya derbarê (bnr: yılmaz güney) ve tevli (bnr: festîvala fîlmên kurdî) bû. Xêncî vê belgefîlmê fîlmeke wî ya zarokan jî di vê festîvalê de tê nîşandayîn, navê fîlmê (bnr: hespê li ser balkonê) ye. (bnr: die legende vom hässlichen könig) an jî bi zimanê me "efsaneya qralê kîret" bi raya min yekem belgefîlma derbarê Yılmaz Güney de ye ku bi perspektîveke Kurdewar hatiye kişandin.



24.08.2018 16:49 | jifêzagorda