Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kulfet] de;

7. Sosyolojiya vê peyvê ji bo me kurdan gelekî kulfet e. Û sedema şerm kirinê ye.

Ji berê heta hingî ve jin/keç ji aliyê mêr û bavan ve wek barekî giran hatine dîtin. Çunke di dawiyê de keçik tên zewicandin û ku tu hetanî ji wê re kiriye diçe tûrika biyaniyekî. Jin jî ji ber ku bi qelenê tên anîn ji bo mêran ji xwe barek e.

Di gel vê bav ji keçikên xwe re wek misogeriya kurên xwe jî meyizandine. Çimkî bi qelendê ku li ser wan bi dest dixin ji bo lêçûna daweta û mal danîna kurên xwe xerc dikirin/dikin.

Êdî were di bin siyê vê nêrînê ku ji bo jin û keçan wek kulfet pênase dike de derûnnasiya ango psîkolojiya keç û jinan bisêwirîne.

Hestyariya tevgerên kurd ji bo jin û keçan ji ber vê ye. Heger jin bijîn millet vejî, jin çewisîn millet helişî. Kulfetê li aliyekî jin û keç gencîneyeke ji bo mirovahiyê, wekî kur û mêran.

Ev nêrîn bi zanebûna û xwendina û hişyarbûna neteweya me ber bi tunebûnê ve biçe/diçe bi destûr û alikariya xwedê.



11.02.2019 03:44 ~03:50 | bilbilê dilkul