Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bilbilê dilkul

profîla "bilbilê dilkul"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fasûliya şîn] de;

1. Sewzeyek e.

Xwarina vê sewzeyê gelekî hez dikim. Nemaze bi tîkegoştan çêkirî.

Carekê caran dema li zanîngehê de xwendekar bûm li xwarinxaneyê de min bi tirkî got 'abla yeşil fasülyeden alabilir miyim?'. Jinik sê çar saniye li min nêrî û got 'taze fasülyeden mi vereyim?'. Min jî bersivand got erê.

Pê re hevalekî min ku di rêza xwarinê de pişta min bû got 'dizanî, di rewşê de kurdbûna te xuya ye'.

Min go çima, çawa têgihişt vê baweriyê.

Got, ma tu hîç tirkek dîtiye ku ji bo xwarina fasûliya şîn dibêje yeşil fasülye her car dibêjin taze fasülye.

Mi jî got wele min ticar bala xwe nedaye vê babetê. Bi zankî nabêjim. Yekem çi tê bîra min ewî dibêjim. Fasûliya şîn em ku dizanin her car şîn e lê belê em nizanin ku hercar taze ye. Ji ku dizanin taze ye ku her car dibêjin taze ye?

Camêr jî go wele gelek bivac e.

Û me xwarina xwe xwar û çûn ber bi bextên xwe ve.



27.08.2019 04:13 ~04:19 | bilbilê dilkul