Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîranînên ji dibistana seretayî] de;

12. Ji ber ku min dibistana seretayî ya şevînî (yatılı) xwend bîranînên min pirr in.

Lê ez ê yekî bêjim ku tu car ji bîra min naçe: destpêka dibistanê ye û dibistan jî nû vebûye, em xwendekarên ewil in li wir. Yek ji me jî emrê xwe de ji dêûbavê xwe dûr neketiye. Meheme hebû ji gundê Axkûsa Golê ya Tetwanê. Bi Tirkî jî Mehmet Emin li nasnameyê. Meheme peyvek Tirkî nedizaniya û emrê wî jî zêde bû û hinek jî astengî di hişê wî de hebû û çiqas bixwazî mirovek devliken û şîrîn û xwe dida xwarin. Nêyse sibetirê roja ewil mamosteyan me ji pansîyonan derxistin û li ber deriyê avahiya dibistanê me rêzê de girtin. Ji ber ku em di pola sêyemîn de bûn, me dizaniya çawa rêzê bigirin û bêdeng bimînin û hwd lê haja Meheme ji dinyayê tune ye, dikene û dijûnan li der dora xwe dide û hevalên li ba xwe dehf dide. Mamosteyek bi navê Ramazan hebû ku em ê pêşerojê bizanîna ku ev çi hov û bêwijdan e, ev Remezanê wehşî Meheme dît û qêr kir got "oxlim rahat dur". Ma oxlim Tirkî zanê ku te fêm bike. Em jî newêrin tiştek bêjin, li cihê xwe sekinîne li Meheme û Remezanî dinêrin. Du sê car Remezan dubare kir got bisekine lê Mehemeyê me jixwe jê fêm nake. Gundiyekê me ya Emre wê jî mezin bû, çû li ba Remezan û got ku Meheme Tirkî Nizane û hinek jî gêj e(!).
Wê demê nizanim çi bû Remezan got "ez li şark goreviya we nim" û "çi îşê min li vir heye" û kete ser Meheme û çiqas hêza wî heye li Meheme da. Em hemû xwendekar û mamosteyên din mitûmat mane û li lêdana Remezanê wehş temaşa dikin. Qêrîn û hewarên Meheme niha jî dibihîzim. Ay lo babo! Ay lo dadê! Xwîn ji serê wî de hate xwarê paşî mamosteyan Remezan ji Meheme qetandin. Ew roja dawî bû ku me Meheme dît. Êdî nema ku bihata dibistanê. Niha çi dike nizanim.
Remezan jî hovîtiya xwe pirr pêş xist. Tetikek kirî ji xwe re û êdî bi wan tetikan li me dixist.

resmê meheme yê belengaz hê jî ji ber çavên min naçe.



31.07.2019 19:29 | xelîl