Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mijarên siyasî yên di tirşikê de] de;

7. Ji bo dîtina mijarên sîyasî divê 100 peyam were nivîsandin. Bi min qayîdeyeka di cih de ye, ji ber ku armanca tirşikê geşkirin û belavkirina nîqaş, dev-avêtin û şerên naxweyî nîn e. Dema mijar dibe sîyaset, jiber heqaret û dijûn û gotinên neçê yên derheqê kesayetiya mirovan de dilê meriv têkilhev dibe.

Lê nivîskarê/a 100 peyam nivîsandiye, dê têra xwe peyamên têrûtijî û zanyarî yên tirşikê bibîne, formata tirşikê hîn bibe, nîqaş û şerên naxweyî yên berî qewimîne bibîne. Ev yek, bi awayek erênî, dibe sedema guherîna ûslub û şêweya wî nivîskarê. Û dê bi zimanekî erênîtir nêrîn, rexne, zanyarî û analîzên xwe yên derheqê mijar, bûyer û kesayetên sîyasî de binîvîse.



05.11.2020 17:25 | xelîl