1. kul û derdê serfirazh bû.
di pirtûk û fîlma harry potter de qala wê tiştê tê kirin, em dikarin bêjin îksîra şansê ye. Tê wateya dilşadê dilşad û wek şansê şilavî jî tê zanîn.
Dema tê vexwarin şansê meriv gelek zêde dibe û çi bike bi hêsanî ser dikeve. roja meriv newaze dike ev nîmeta efsunî.
lê dema zêde were vexwarin hinek zirarên wê jî hene: wek mînak serêşeke êşdar dide meriv ku ji êşa bêbext nikare xwe bilive. zirarê duyemîn jî: zêde xwe-bawerî ye. yanî piştî vexwarina wê îksîrê meriv xwe wek dehak dihesibine* û tiştên ji hedê xwe diborin dike. yê sêyemîn jî xemsarî ye, xemsarîyeke xeternak dide meriv. tu tişt xema meriv nîn e.*
û herwiha emilandina wê îksîrê li wizarding worldê, bi taybetî di pêşbazîyên wek quidditchê de hatiye qedexekirin. dikarin bêjin dopînga wan e ev jî. çêkirina wê jî gelek zehmet e gelo. hema wisa kî rabe bêje ez ê çebikim nabe. pisporiyeke mezin û bi salan divê jê re.
|