Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [st. pauli] de;

1. Kul û derdê biruya hayao miyazaki bû.

Taxekê bohem a bajarê hamburgê ye. red light district ji bo amsterdamê çi be kolana reeperbahn a st. Pauliyê jî ji bo hamburgê ew e. Sala 2015an dema li Elmanyayê xwendekarê erasmusê bûm, Qasê 2 hefteyan li Hamburgê sekinîm. Hevalê min her roj min dibir vê taxê. Kolanek wek kolana Îstîklala stenbolê xeyal bikin tev bar û club û kerxane ne.

Cihê ku koma beatles navdar bûye. Li wir navê kolanekê jî kiribûn Beatles-platz. Li vê kolanê kebabçiyek Dêrsimî yê bi navê elî hebû. Gelek caran diçûne li ba wî û ji me re donerên têjî û zexim çê dikir.*

Û herwiha komeke wan a fitbolê ya bi navê fc st. pauli jî heye. Demek li bundesligayê lîstiye.



15.05.2020 00:15 | xelîl