Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tv8] de;

2. qenala ku ne tenê tirk lê kurdên bakur jî pê mejiyên xwe ditevizînin. li gorî çavdêriyên min gelheyeke mezin a kurdên li bajarên mezin ên Tirkiyeyê û Kurdistanê dijin, bengiyê bernameyên tv8'ê yên wek survivor, masterchef û hwd. in.

gundiyekî me heye bi navê remo. par dema bavê min hatibû teziyê, em bo şîvê vexwendin mala xwe. axirê em çûn me şîv xwar. piştî şîvê remezan ji nişka ve rabû û tv vekir got wextê survivorê ye û merivê min dê îro bi yekî re fînalê bilîze. wisa bû ku dema beşdariyên bernameyê li parkûran dibeziyan, remo bi kelecanî radibû û qêr dikir ku bileztir birevin* digot koş oxlim koş!!! *

ecêb bû.



30.08.2021 11:11 | xelîl