Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşniyaz bo kesên ji hezkiriyên xwe veqetiyane] de;

2. (bnr: meşîn)

terapiya min a herî bi bandor meşîn e. dema depresîf bim dimeşim. bê armanc bi saetan bêyî li derdora xwe binêrim dimeşim.

vê gavê li warşovayê me. bajarekî bifikirin ku her derê wî daristan û hêşinayî ye. hema her roj xwe diavêjim di nav parkên mezin ê bêserûbin de û xwe winda dikim.

û herwiha (bnr: xwe mijûl kirin)

piştî veqetînê min hewl da him teza xwe ya masterê biqedînim him jî zimanê lehiyan hîn bibim. ev jî metodeke kêrhatî ye.



19.10.2022 21:22 ~21:23 | xelîl