1. sibehên yekşemê exleb zû radibim û zû taştê dixwim. nizanim çima lê nikarim heta nîvro li nivînê xwe bigewizînim. bo min rojên yekşemê rojên paqijiyê ye lewma dema radibim dest bi paqijî û danhevê dikim. şûştina cilan, paqijkirin û danhevkirina mal, xweşûştin û traşbûn û hwd. paşî bi rihetî rûdinim û ji xwe re bi aramî temaşe fîlmekî dikim an jî pirtûk dixwînim. |
|
23.10.2022 14:28 |
xelîl
|