Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çaya qaçax] de;

29. ango çaya seylonê.

çaya ku li herema seylonê ya li srî lanka û hindîstanê ye tê çandin. ji ber qedexebûna çayên biyanî li tirkiyê kurd bi riya qaçax vê çayê ji iraq, iran û suriyeyê dianîn. lewma di nav gel de wek çaya qaçax hatiye binavkirin. piştî rakirina qedexeyê jî navê wê wek çaya qaçax ma. *

tahma vê çayê ji çaya tirko tûjtir û tarîtir e û zûtir dem digire. di nav kurdan de bi pirranî ji bo nifşa kevin vexwarina sereke ye lê di salên dawî de nifşê nû hêdika berê dane çaya tirko û qehweya tirko û çayên nebatî.

ez bixwe herduyan jî vedixwum ji ber ku li ofîsê çaya qaçax tune ye û li malê jî çaya tirko tune ye.*

(bnr: bu ne çıldırtan denge)*



11.03.2020 12:04 | xelîl