Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diltengî] de;

6. rewş, kêlî û pêvajoyeke carcaran dikeve rihê meriv û ji her tiştê sar dike, bê qudûm dihêle û xîreta heyî jî dike pûç û vala.

û bi pirranî bi guherînên biçûk ên jiyana rojane an jî bi dîtina hevalekê ji nişka ve winda dibe an jî xwe li koşeyekê xef dike û dimîne li hêviya careke din. yên tenê serê xwe dijîn piştî demekê hînê vê rewşa binavber dibin lê yên tenetiyê tahm nekirine ji diltengiyê zêde ditirsin û xwe dixin depresyonê. jê netirsin hevalno, jiyana we çiqas bextewar jî be diltengî rastiyeke jiyanê ye mixabin û li koşê sekiniye li hêviya we ye.



09.08.2021 21:17 | xelîl