Tirşik - Profîl
tirşik-profîla xelîl

profîla "xelîl"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bizim kürçemiz değişik] de;

10. hevoka ku bi pirranî ji alîyê kurdên kurdînezan ve wek hincêtek tê bikaranîn û emilandin. nezanî û bêxîrêtbûna xwe diveşêrin li pişt vê hevokê.

carinan jî dema qala kurdî tê kirin dibêjin "keşkem ben de senin gibi okuyup yazabilsem" (xweziya min jî bikaribûya wek te bixwunim û binivîsim). dibêje qey ji jor ferman hatiye dayîn û kurdî ji alîyê cebraîl ve wek wehî bi min hatiye xitimkirin.

(bnr: tiralê bexdayê)



2019.12.05-11:00 ~11:01]| xelîl