Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zarokên kurdan] de;

9. Bêxwedî nin, piraniya wan, dê û bavên wan hema rabûne ser hev wan çêkirine û dev ji wan berdane, ku mezin bibe bibe meriv divên keça min layê min, ku tiştek jê dernekeve û ji gelekan jî dernakeve, îja divên şixo tu ji biçûkiya xwe de beredayî bûyî.

Neteweyên paşketî, paşmayî, van tiştan di wan de henin, zêdebûna wan ji mirovan bêtir wek ajala nin, li ku hev biqefêlin radibin ser hev, qet haya wan ji zar û zêçên wan tune.

Gelekî kurd nas dikim, ji deha zêdetir zarokên wan hene, dibêm çima ewqas pir, dibêjin bila herin bişixulin pera bişînin. Ka bû çi, ev çi ye!

Gelek jî zanim ku keçên xwe difiroşin, hema kî were hinek pere bide, keçên xwe didin, hinek keçên xwe didin kesên ji xwe mezintir jî.



24.08.2020 04:34 | afa