Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zewaca kesên kal] de;

1. Mêrên kurd, çend salî dibin bila bibin hema jina wan mir, dikin hewar û qêrîn û bi xar û lez li jina digerin.
Bi rastî jî zewac tiştekî baş e.
Lêbelê, mêrên kurd di vê mijarê de li tu tiştek nanêrin.

Ne haya wan ji zarokên wan dimîne, ne li şerm û ne li fedîyê dinêrin.

Pêşî zarokên xwe davêjin, wan ji mal û mulkên xwe mehrûm dikin, berî wan didin.

Paşê li jina digerin. Lê tiştê ecêb ji vê wêde dest pê dike. Kal û pîrên temenê wan ji heftê zêde, li keça digerin, wan keça bi pera dikirin, dizewicin û ji nû ve zarokan çêdikin. Ne gunê wan li zarokên wan yên pêşî tê û ne haya wan ji zarokên wan yên nû heye. Ji kîrê wan pêştir tiştek tune ji bû wan. Helbet piraniya zarokên wan jiyanek zor derbas dikin û dikevin rêyên xirab. Heyfa van zarokên delal ku dikevin van halên xirab.



26.08.2020 15:29 | afa