Tirşik - Profîl
tirşik-profîla afa

profîla "afa"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lîstikên zarokan] de;

23. Can Can
Du tîm henin
Yek ji wan dibe du par û ji hev dûr li hemberî hev disekinin wekî panzdeh bîst metre yî
Kesên tîma din jî di navberê de disekinin, tîma pêşîn bi gogê davêje wan, gog li kê bikeve ew dişewite û ji lîstikê derdikeve. Yê dawî ku heft cara gog lê nekeve hevalên xwe tev dîsa dike lîstikê û ji nû be car din dilîzin. Ku tev bişewitin wê ga dor dibe dora tîma din. Romî jêre dibêjin yakartop.



01.05.2020 22:22 | afa

22. Sê gav, qevz

Bi şid bazdidî, sê gavên mezin davêjî û xwe davêjî. Kî çiqas xwe dûr bavêje ewqas başe. Jî re uzun atlama jî tê gotin. Di olîmpiyatên navnetewî de jî ev lîstik heye. Ez bawerim ku kurd dikaribin bikevinê wê gelek tiştên baş bikin.



27.04.2020 22:24 | afa

17. Sê kuç
Kevirên piçûk, pehnok û gilover, şeş heft heba didin ser hev, ji gore, naylon û tiştên wisa gogeke qasî ya tenisê çêdikin û bi dorê wê gogê davêjin wê letika keviran. Gava ku kevir bela dibin tîmek gere wan keviran dîsa bide ser hev û tîma din jî nehêle ku ew kevir bidin ser hev. Tîma ku nehêle, yek ji wan destê xwe bi kesê tîma din bike ew kes dişewite û dertê ji lîstikê. Ger ku tev bişewitin dor dibe dora tîma din. Lîstikekî gelek xweş bû. Gere kesê beza û jêhatî hebûna di tîmê de ji bo ku mirov bi ser biketa.



25.04.2020 00:04 | afa

11. Kortik / kurtik
Bi xara tê lîstin, çend çalên ne zêde kûr tên vedan û meriv xara davêje zikê wan Çalan, Gere bikeve zikê çalê.



19.04.2020 00:15 | afa