Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sparta] de;

3. Weke li peyama jorê jî hatiye gotin, peyva sparta û spartin, spardin, seperden ji heman kokê ne.

Di mîtolojiya yewnanan de peydabûna spartayiyan wiha ye:

Şervan cadmus dixwaze bajarekî ava bike lê ji ber ku pêşiya kaniya wê derê ejdehayek biriye, nikare. Bi hawayekî ejdehayî dikuje bes ew ejdeha, yê yezdan ares bûye. Yezdanbanû athena jî dixwaze vê yekê bikarbîne û diçe ba cadmus jê re dibêje diranên ejdeha biçîne erdê. Ew jî wisa dike. Ji şûnên diran çandî, zilamên şerker radibin (gaia, dayîka tebîet). Ji ber vê bûyerê, ji wan re spartoi hatiye gotin ku tê maneya zilamên hatine çandin, spartî.

Cadmus ji wan ditirse û kevirek diavêje nav wan, ew Zilamên han jî difikirîn ku vî kevirî teqez yekî ji nav wan avêtiye, loma bi hev re şer dikin heya ku tenê pênc ji wan bimîne: Echion, Udaeus, Chthonius, Hyperenor û Pelorus dibin pêşiyên xelkê Spartayê. Van pêncan alîkariya cadmus dikin û bi hev bajarek vedigirin, lê cadmus ji ber kuştina ejdeha neçar dibe heşt salan xulamtiyê Ares dike.



17.08.2021 01:11 ~01:27 | ezcan