Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêfa gurê pîr kirin] de;

2. dema gurek pîr dibe û nikare bi serê xwe nêçîr bike, di şikeftekê de, di qulekê de yan di berqefayekê de dikumişe û radikeve. îcar gurên ciwan, yên ku wî gurê kal dinasin wî birçî nahêlin û çi dema nêçîrek bi dest dixin, jê re goşt dibin. ha wisa ew gurê pîr birçî namîne.
min di çîrokeke folklorî de dîtiye ku segê şivanekî jî, dema şivên nan daye segê xwe, seg ew nan xistiye devê xwe û bi bez çûye, ji ber çavên şivên wenda bûye. ha wisa carek, du car, şivên segê xwe şopandiye û li pey wî çûye, dîtiye ku segê wî nanê xwe daye gurekî pîr ê li erdê ku nikare rabe ser nigan.

îcar ev rewş di çanda kurdî de cihê xwe wisan girtiye:

çi dema kalek, an zilamekî navsere xwedîtî ku lê tê kirin, hevalên wî dibêjin: tu kêfa gurê pîr dikî.



25.08.2020 21:24 | ezcan