Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bajarê mosîqarên spî] de;

1. şikir ji Xwedê re kitêba bextiyar elî “bajarê mosîqarên spî” bi kurmancî çap bû. balkêş e îsal besam mistefa beşek ji wergera xwe ya vê romanê şandibû ji hevalekê re (nêzî 70-80 rûpel) çawa çêbû wergêr bû Şehab Xalidî nizanim.

roman 712 rûpel, bi wergera şehab xalidî ji weşanên avesta derket. romana ewil e ku popularîteya b. elî ewçend zêde dike û di demeke zû de deh hezar nusxe jê belav dibe. (haşim ahmedzade, roman û nasname)

bextiyar elî berê xwendevan dide serdema nêzîk a mişt karesat li başûrê kurdistanê ji salên 60î heta salên 90î, nexasim salên di bin zext û desthilata sedam û beesê de. ev bajarê mosîqaran di serdemeke wisa de tekane bajarê hemû bedewiyên ebedî ye ku xwe parastiye.

di vê romanê de sînorên rastî û xeyalê dîsa xumam dibin, bajar û dinyayên din hene ku sînorên bedewî/kirêtî û başî/xirabiyê tê de ji hev vediqetin û karakterên wê her yek ji efsûnekê dipekin efsûneke din.



28.01.2022 21:48 ~2022.01.29 23:52 | ezcan