Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [teiresias] de;

1. li gor mîtolojiya yewnanan teiresias rojekê xwedawend athenayê tazî dibîne û sirrên xwedêyan ji mirovan re dibêje. loma Xwedêyên li çiyayê olîmposê wek ceza çavên wî kor dikin bes qabiliyetên kahîntî û fêhmkirina ji zimanê çûkan jî didin wî. (bnr: feqiyê teyran)

û demekê ji bo heft salan dibe jin. Gava teiresias li Çiyayê Cyllene yê li Peloponnesê rastî du maran tê, bi darekê li wan dixe. Xwedawend Hera jî pir ji vê yekê aciz dibe û ji bo heft salan teiresias dike jin.



09.03.2022 05:07 ~05:46 | ezcan