Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ezcan

profîla "ezcan"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şevşevok] de;

15. Di edebiyata farisî ya klasîk de jê re teyrê îsa (مرغ عیسی) tê gotin.

Cihû ji îsa xwestine ku kerametekê nîşan bide, yekî nexweş anîne û li hêviya saxbûnê wî mane. îsa Mesîh nexweşî bi destê xwe yê pîroz sax kiriye. Cihû dibêjin "çavê koran veke". îsa Mesîh destên xwe datîne ser çavên koran û bi îzna xwedê vedibin. Di dawiyê de, Cihû gotine: "Miriyan rake." Hz. îsa dua dike û mirî jî radibin.

Paşê, Cihû dibêjin, "Ji me re heywanek ji heriyê çêke, ne mîna her heywanî, da ku ew ji teyran zûtir bifire, lê bes mîna teyran perên wê nebin, diranên wê hebin, mîna mirovan bişire jî, şîr jê bê mîna jinan."

Li ser vê yekê, Hz. îsa çivîkek ji heriyê çêdike û wî di şeklê şevşevokê de diqulipîne.

Heman bûyer di ayeta 49emîn sûreya Alî îmran de derbas dibe. “...Min ji Rebbê we mûcîzeyek ji we re aniye. Ez ji we re şiklê çivîkek ji axê çêdikim, lê pif dikim û ew bi destûra Xwedê dibe çûk. Dîsa, bi destûra Xwedê, ez kor û kotî û miriyan sax dikim..."



01.08.2021 18:51 ~2021.08.02 03:05 | ezcan