Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [chata kurdî] de;

2. (bnr: chat)



05.04.2019 14:32 | brzn

1. Dema li ser înternetê mêze dikî gelek malperên chat , sohbetê hene lê dema ku lê mÊzedikî qet yek jî ne kurdî ye.

Li ser malperên t*rkî , li ser platforma IRC (internet relay chat) gelek malperên xwedîyê wan kurd hene.Lê dema dikevî malperê û peyvek kurdî dinvîsî hop tê avêtin.Ji bo wî ez ji wanre nabêjim ew kurdin.Ew tirşikçî ne.Ne tirşika vir ha: )

Lê ecêbek din dema ku dikevî van malperên chata zindî de , ji bo ku platfrom (IRC) ye mirov dikare motd (pênasek IRC ye û tê wateya nivîsa pêşbazî yê ) çêbike, t*rkan evî nivîsîne yekemîn ala xwe daliqandine û duyemîn "xeynî tirkî ziman qedexe ye" lê îngilizî re destûr heye.

Dîsa malperên chatê ên bi deng dîsa wisa dema tu dikevî malperê û dixwazî binvîsî dibêjin kurdî qedexe ye.

Encama van herduya eve ku mirov mêzedike, li wan deran gelek kurd henin û alîyekî va piştgirî dinete û alîyekî va hinek kurd jî dibêjin "ev der zimanê wî tirkî ye çima kurdî xeberdim" jî hene.

Lê gelek caran kurdan gelek lêgerînên wek chata kurdî , kurdî chat , kürtçe sohbet , kurdish chat kirine tê dîtin.

Dibe ez jî malpereke bi tenê kurdî bê axaftin ava bikim.



31.03.2019 12:53 ~2020.05.24 12:41 | brzn