Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji bo zelal kirina zimanê kurdî pêşnîyar] de;

3. EZ GELEK CÎHÊ PÊŞNÎYAR DİBÎNİM Û PÊŞNÎYAZ JÎ HEYE ,

mînak ferheng a livir dikarî lê mêze bikî.Lê sipas ji bo hişyar kirina te ezê wî peyvê jî bikarbînim



01.04.2019 23:13 | brzn

1. Zelal kirin ; mînaka ji bo ziman, paxişkirina zimanê kurdî ji zimanên din wek t*rki , erebî û ên din...

Dema min dest bi xwendin û baş axaftina kurdî kir , min ewilî zimanê xwe zelal kir.Çawa ?

dûymak ; em kurd pirr bi kartînin û serhedî dibêjin "min dûymiş kir" , dewsa wî da min " bihîstin , seh kirin" kifş kir.

değiştirmek ; em kurd vÎ peyvê jî pirr bikartînin , ev jî wek "guhartin" min paxiş kir.

Orta ; dîsa em serhedî û kurd pirr bikartînin û dewsa wî da " nav , navber, navberê de" min bikar anî.

Kolay ; dîsa ev peyv zêde tê bikaranîn min dewsa wî da jî "hêsan" bi kar anî.

İzlemek ; Ji alîyên kurdan ve "îzlemîş kir" tê gotin lÊ min dewsa wî da "temaşe kirin" kifş kir.

Ev mînak mirov dikare zêde bike..Tenê ji bo xeberdanê min wiha zimanê xwe zelal dikir.Ji bo wî jî ferheng.co , Here lînkê ,ferheng.org dişopand.Niha http://ku.glosbe.com , akademikferheng.org , thekurdishdictionary.com wîkîferheng û yên din dişopînim.

Ji bo kêjan peyvan û bi kêjan rÊyê we zimanê xwe zelal kir ango paxiş kir ?



01.04.2019 12:08 ~12:22 | brzn