Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [deepweb] de;

2. cîhê ku Karên kirrîn û firotanê ango danûstandinê bi bitcoin ve tên kirin.
(bnr: bitcoin)



05.04.2019 14:24 ~14:27 | brzn

1. Deep web , bi kurdî weba kûr mirov dikare wergera wî bike ne navê malperekî ye , navê înterneta tiştên veşartî , nehênî , ne baş wek navê xwe ye.

Qasî ku dibêjin înterneta ku em bikartînin ( malperên nûçeya , malperên lêgerînî û malperên civakî û yên blogên kesane ) %3 ye û yên dinê %97 jî weba kûr e.

Li vir hûn dikarin kesên diz , kujer ango sosyopat bibînin ango tiştên wek kokaîn ,eroîn ,tiştên tehzî, tiştên teknîkî û erzan her wiha hûn dikarin her tiştî bibînin.

Li ber van tiştan wêne , vîdyo , weşanên zindî û dilşewat bibînin.Ji bo wî berîya ketina weba kûr divê ku hûn bizanibin tiştên pirr ne baş diqewimin ango qewimîn e hene.

EZ ÇAWA DİKARİM BİKEVİME WEBA KÛR ?

ji bo têketina weba kûr hûn nikarin bi google chrome , firefox ango bikevinê.Lê hûn dikarin bi Tor Project ( torproject.org ê , belaş dikarî daxînî) û bikevî yê.

Li ser Weba kûr gelek sîxur , polêsên sîvîl û hacker hene.Ji bo wî divê haya we ji xwe hebe.Erê tor project baş e lê nikare we sedî sed biparêze.Û gelek kesên ku hatine girtin hene.

Navên malperên weba kûr wek bi navê lkzvlsjdfvndf.onion , lkzjvhsdfvbfakdvn54df5as4f5.onion derbas dibe , ev jî tê vî wateyê hûn nikarin navperên xwedîyê .com ,.net ,.org bibînin.

Li wir gihiştina malperan ne hêsane û motorên lêgerînî tunenin ango kêmin.Lê dikarin malpera duckduckgo.com a ji bo wir heye bikarbînin.



05.04.2019 14:16 | brzn