Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brzn

profîla "brzn"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lingua franca] de;

1. tê wateya zimanê hevpar , zimanê bazirganiyê , zimanê alikariyê , zimanê amûran anku zimanê bi hev ve girêdanê anku zimanê têkilî danînê.
Belê wek ku we jî fehm kir û ya yekem ku hate hişê we zimanê îngilizî ye.
îro li ser tweetek ibrahim halil baran min dît û dibêje mixabin li bakûr zimanê tirkî bûye lingua franca.
Bi rastî jî gelek tiştên gosirmet dibihîsim wek mînak li şaxên hdp ê her tim tirkî tê axaftin.Li rojavayê gelek civîn bi tirkî tên kirin.Dîsa fîlma ersîn çelîk ya bi navê The End Will Be Spectacular de pişt qamerê de çend vîdyo weşandin û ew vîdyo bi zimanê tirkî bûn.Zimanê ku abdullah ocalan jî bi kar tîne dîsa tirkî ye.Welhasil ev zimanê tûranî mixabin bûye lingua franca bo kurdên bakûr.Xilazbûna vî nexweşiya wan nîne.
(bnr: îngîlîzî)



22.07.2020 00:40 ~00:41 | brzn