Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mustafa gazî] de;

2. Ferhenga wî baş e ku divê meriv weke çavkaniyekê bi kar bînî. Ne pir bibe jî hinek peyv bi şeklê nivîsandina herêmî di ferhengê de cih girtiye.
Gotinên seyr jî di ferhenga wî de cih girtiye.
wekî;
Kurmancko=gundîtî, gundewarî
Nofîcan be= noşîcan e.
Kîrxirîn,Xirê: orispî
Dermalok: yên ku heznekin ku li malê pir bimînin. Li mayîna malê heznekin.
Tirafûn= telefon
Xezte= rojname
Çavqûnde: fasiq, gunehkar

Cihê xwe’yê “xu” bi kar aniye.
Di dawiya ferhengê de gotiye ku rewşa “xwe” bi gelemperî ji holê rabûye. Lê bi min ne wisa ye.
Di dawiya ferhengê de Li gorî wî mînakên dema niha weha ye.
Ez dixum,
Tu dixu,
Ew dixu
Em dixun,
Hûn dixun,
Ew dixun
Dema niha çewt nivîsandiye. Ya rast weha ye.

Ez dixwim.
Tu dixwî
Ew dixwe
Em dixwin
Hûn dixwin
Ew dixwin

Li gorî ferhengê dema bê
Ezê bixum,
Tê bixu
Ewê bixu
Emê bixun
Hûnê bixun
Ewê bixun

Lê belê ya rast weha ye.
Ez ê bixwim
Tu yê bixwî
Ew ê bixwe
Em ê bixwin
Hûn ê bixwin
Ew ê bixwin
Nîşe: Cihê “ê”yê, “dê” an jî “wê” jî dibe.



30.12.2023 01:26 | çomo