Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xwedaber] de;

1. Qehbik, orispî, fahîşe, kedkar an karkera/î seksê.
Navê romana nîhat ekîncî ye. Qasî 158 rûpel e. di romanê de nivîskar navên dûgelên rojhilata dûr kore, japonî wekî Sîn, şîng, po, ho,..hwd bi kar anîye. mijara romana diqewimî cîhekî fantastîk e.

Serhelenga romanê sîn- keçikek delal e- di zaningehê de lawikekî -nav ho ye- dinase û wî hez dike û dixwaze pê re bizewice. Lê malbata ho, sînê qebûl nake û ew jî dikeve li pey tolhildanê. Dê û bavê ho pir dewlemend e. Diya ho ya panpanok kardara xwedaberên bajara po ye, bav jî tolazek e. Sîn hewl dide ku bibe kardara xwedebaran û xwedî fabrikayê. Sîn di zanîngehê de beşa cîvaknasîyê xelas dike û şîrketa mezin ya bavê ho de dest bi şixûle dike û ji bo were makamên bilind di eynî wextî de xwedaberiyê û hin caran jî panpanokîyê jî dike. Her wekî din bûyêr li ser bûyeran diqewîmin.

xwendina pirtûkê pir sivik, hesan û herikbar e, meriv hînî çend peyvên nû dibe.
lê belê mijar aliyekî vêgotina romanê qet xweşiya min nehat. Bi hevokên kurt ve bûyer li ser bûyeran hatiye vêgotin. nivîskar cihekî fantastîk afirandiye lê ji ber gelek kemasiyan nikare xwîner bibe wî cihî, hin caran xwîner diçe jî wekî tiştekî tamsar bixwî, vexwî dimê. Di pirtûkê de şayesandinên mîrov, cîh û war hema qet tune, pirtûk aliyê wêjeyî pir rijî ye



05.09.2020 00:42 ~00:44 | çomo