Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nihêrîna bi dûçika çavan] de;

2. di pirtûka eta nehayî ya helale’yê de, cihê vê gotinê re “qorzîya çav” bi kar anîne.
şêrzad serê xwe bilind kir û bi girnijîneke şermînokî li heme reşîd axa nihêrî ku kum û cemedaniya xwe ji xwe kiribûn û dişibiya bavekî dilnerm.saadet xanim jî dayîkeke dilovan bû, ku bi rokirina çayê re bi qorziya çav lê dinihêrî.( dibe ku ya rast bi qorziya çavê lê dinihêrî bibûya.) (r.167)
vegotina “rokirina çayê “ jî seyr e, çay nayê rokirin, tê tijîkirin.



15.03.2023 01:15 ~01:26 | çomo

1. Nêrîna bêyî çerxkirina serî ango bêyî pê dan hesandin e.
Di otobês, metroyê de meriv pir caran derdora xwe bi vî avayî, bi dûçika çavan mezê dike ku kesên din aciz nebin.



11.11.2020 01:32 | çomo