Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sersî] de;

1. Sersî siyê çiya ye(dibe ku li gorî rastnivîsê ya rastî “siya” bibe ) ango siyê girê ye.
Gundên ku li ber çiya ango girên mezin hatin avakirin de dema roj hiltê berî tirêjên rojê sî dadikeve, paşê hêdî hêdî tirêjên rojê xwe dide li ser gund.
Zarokatiyê de li gund berbangê me sersî dişopand ku bizanin ku sibê derbas dibe, nîvro nêzîk e an na.wexta sersiyê ango hê sersî venakişî diviyabû jin nên lexîn, mêr herin di nav zevî û bexçeyê heta hilatina rojê li ber hênikahiyê hinek bişixûlin. Di germa havînê de sersî hênikî ye. Gava roj bilind dibe û sersî vedikişe hingê germ dest pê dike.
Ber evarî wexta roj diçe ava û roj ket paş çiyayekî dîsa sersî dadikeve.



15.07.2021 22:14 | çomo