Tirşik - Profîl
tirşik-profîla çomo

profîla "çomo"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [101 romanên kurdî] de;

1. kitêba ku nivîskar faîk ocal e û ji weşana sîtavê derketiye.
Di piştê pirtûkê de gotiye ku ji bo nasîna romanan kurdî ev berhem berhema herî baş e ya ku heta niha hatiye çapkirin.
çapxane bi awayekî eşkere gotiye pirtûka min a çapkirî ne baş e. Xwîner dikarin hevokên weha sazbikin, cihê xwînerî/a çapxanê gotiye.
Nîvî pirtûkê zêdetîr jêgirtina pirtûkan pêk hatiye û nirxandin jî bi hevokên kurt û hesan, bi awayekî dijwêjeyî hatiye vegotin.
Nivîsên nasandina, rexne tune nasandin heye, çend kitêban xwend û ji min ra mixabin hinek beredayî hatin. wekî nivîsên li ser facebookê an jî medyaya cîvakî an jî katalogên kurt ên kitêban e. Termînolojiya wêjeyê di nava nirxandinan de hema hema tune. Nîvîskar li gorî çend qalibên hesanî li gorî xwe pirtûk bi awayekî amatorî û hin caran jî, qasî deh pirtûkan ku min xwendî, çewt helsegrandiye.
Armanca Jêgirtinê çi ye? Çima meriv paragrafên cihên cuda yên pirtûkan bixwînî? Di pirtûkan de Ji cihên cuda çend paragraf jê girtiye û kiriye pirtûkê. Roman an jî çîrok di şûlikandina metnê, konteksê de têt xwendin. Min ev yek fam nekir.
Rexne bi avayekî wêjeyî, zanistî û akademîkî nebû xwendin ne hewce ye.Nivîskar pesna gelek pirtûkên beredayî- ku nasandina pirtûkên hêja jî hene lê şêwaz ne wêjeyî ye-dive ku nayêt xwendin, daye. Ji bona kesên wêjehez ra ew kitêb nikare bibe çavkanî. ku meriv xwe ji pirtûkên bi wî awayî dûrnexist di demekek kin de dev ji xwendinê kurdî berdide an jî ji xwendina kurmancî sar dibe.



30.07.2023 01:47 | çomo