Tirşik - Profîl
tirşik-profîla fatoş xanim

profîla "fatoş xanim"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [clarîssa pînkola estés] de;

1. Jineke psîkanalîst û helbestkar e, her wiha
cantador e( li gor kevneşopiya Latînî ya ku çîrokên berê berhev dike û vedişêre).pirtûkeke bi navê" Jinên Ku Bi Guran re Direvin" nivîsandiye . Clarîssa, ev pirtûka bê hempa di nav bîst salan da nivîsandiye. Ev pirtûk, li ser jiyana jinan û derûniya wan hatiye nivîsandin. xebateke zanistî ye. Qasî pênc sed rûpelî heye. Her beş bi çîrokekî dest pê dike û ev çîrok çîrokên gelêrî ne. Lehengên wan jî keçên biçûk an jî jin in.
Clarîssa serî de çîrokbêjiyê dike, paşê jî analîza çîrokê dike.Analîza xwe jî li gor teoriya Jung saz dike. Li ser arketîpên jinan, xwestek, xeyal û bêriyên wan disekine.jinan gelek mijaran de hîşyar dike da ku hebûna xwe biparêzin, guh bidin navajoyên xwe û vegerin kok û xwezaya xwe(bi gotina Clarîssa jinek ku xweyî van taybetiyan be dibe jineke hov, ev hovbûn bi wateya erêni ye)
Xulasa divê hemû jin, bi taybetî jî yên per û baskên wan şikestine an jî hêza wan a li hember jiyanê qels bûye divê teqez bixwînin! Divê em jin vegerin hovbûna xwe ya berê.



07.11.2019 21:42 | fatoş xanim