Tirşik - Profîl
tirşik-profîla fatoş xanim

profîla "fatoş xanim"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [malko malko] de;

1. Lîstikeke zaroktîyê ye û bêhtir keçikên biçûk bi vê lîstikê dilîzin. Her malek ji aliyê keçikan ve bi kêviran tê çêkirin. Paşê ji bo van malên xwe keçik hewl didin ku kelmelan berhev bikin. Ev kelmel jî dîsa; ji kevir, dar, qapaxên kûpikan, kaxizên şeklemeyan, heriya çêkirî û pîrketên hûrkirî pêk tên.
Tabî keçikên biçûk, van amûran wek; doşek, balîf, sobe, tas û sînîyan bikartînin û bi vî şiklî jî lê dinihêrin.
Piştî xilaskirina malkokan îcar rolan hev parve dikin. Hin ji wan dibin dê, hin bav, hin jî zarok. Ger ku hejmara wan hindik be jî tenê dibin cînarê hev. Paşê jî dilîzin. Min jî gerek caran lîstibû, xwezî bi wan çaxan*



16.12.2019 23:34 | fatoş xanim