Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [trt kurdî] de;

46. Di mala me ya hejar de tevî ku tv nayê temaşekirin(ewqas qîmet nade dayîn ku hatiye stendin lê hê jî li erda reş de ramedandî hatiye danîn), lê
dîsa jî ev kanal bûye cih û warê nîqaşek bêdawî ya mala me. Ez carinan vedikim hevalê min dibêje "tu atv yê vebikî ewqas zora min naçe. Yaw çawa bi zimanê me ewqas me dixe bin erdê û wan derdixe asîmanan!" Zora min jî diçe diguherînim lê hevalê din dibêje "herçiqas tu wisa bêjî û ji aliyekê ve mafê te hebe jî dîsa ji bo zimanê kurdî piçûk lê tiştek baş e. Ev tê wê wateyê ku dewlet kurdî nas dike, zane. Heta karin bila propagandaya xwe bikin lê ji bîr neke vêya bi zimanê kurdî dikin." Û hwd. Nîqaş weha weha dirêj dibe lê ez difikirim, li mala me ya gund de dêya min bi kêfek mezin bernameyên rojane yê vê kanalê temaşe dike. Stran û dengbêjê wê her gohdar dike. Û xwedê zane bi çendan mîna dêya mina li gundekê tekane kêfa wê ev tv ya kevnokî ye heye. Tevî ji siyasetê û filan bêvan fêm nakin. Taliyê ez nizam divê bê gotin "bila ew jî hebe" ango "neba çêtir bû" ?



19.04.2022 12:17 ~12:18 | rizgarm