Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [yavuz akkuzu] de;

3. Şanogerekî xwedî wesf û qabiliyetek mezin e. Di şanoya kurdî de xwediyê textek zêrîn e. Bû çend lîstikê wî temaşe dikim bi zar û zimanê xwe, liv û lebatê xwe, rêbaz û teknîka xwe merivek eyarê zêrê zerîn de ye. Di roportajên xwe de jî diyar dike ku her ji bo şanoyê di berxwedanekê de ye. Çi zextên malbatî, çi yê jiyanê û çi jî yê dewletê be. Tim û daîm rêyek din vekiriye li ber xwe.

Gorî gotina wî, sedema cihnegirtina di hinek henek (ji ber ku heman kom rê ve dibin) kêmbûna derfetên provayê ye. Ji bo lîstikên din derfet û fersend heye ku pirî caran provayan bike. Yanê camêr dixwaze qalîteya xwe biparêze. Haa, heşa ji bo lîstikvanên din tu gotinên min nîne û mafê min jî tune. Hemû ji serê me zêtir in lê yavuz akkuzu ezîzê ber dilkê min e weleh *)

Nîşe: van rojana lîstikek li şanoya amedê ser dikê ye, lîstikek xweşik e heke we derfet dît herin.



19.09.2022 21:37 | rizgarm