Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ehmedê xanî] de;

43. Bi vê helbesta xwe roja mina gebsoyî xweş û geş kir:
"Fate 'umri fi hewa ke, ya hebibî kulle hal (erebî)
(Ey xoşewîsta min! Bi eşqa te ve temenê min bihûrî)
Ah û nalem hemdemem şod der firaqet mah û sal (farisî)
(Bê te derbas bû meh û sala, hevalê min bû êş û jan)
Ger benim kanim dilersen, çokten olmiştir helal(tirkî)
(Heke xwîna min diviya bî, ev xwîna min bo te bû helal)
Mest û serxwoş im ji eşqê min nema 'eql û kemal (kurdî)

Ente fikrî fi fuadî, ente ruhî fî'l-cesed
(Di dilê min de tu yî, giyanê tenê min tu yî)
Leşkere xemxay-i to milkê dilim wîren kerd
(Bi leşkerên xem ve siltana dilê min wêranker tu yî)
Dade geldim işq elinden isterim senden meded
(Ji ber vê eşqê dicwazim dadê, divê kesî alîkar bibî tu yî)
Van tetaran kirne talan eql û dîn û milk û mal

Tale xemmî, zade hemmî, şa'e sirri fî'l-mela
(Xem dirêj bû, derd zêde bû, sirên min di civakê de belav bû)
Teşne-i camê wîsalem, çûn şehîdê kerbela
(Wekî şehîdên kerbelayê livên min ji bo bêriyê tî bû)
Yoksa sen divane oldun, nice halin ey dila!
(Gelo tu evîndar bûyî ey dilê min, ew çi rewş e te pêça ye)
Ya ji nû ve' îşweyek da min hebîba çavxezal

Bîttu mehcûren hebîbî lestî mînnî 'alîmen
(Ez di nav hîcranê me xweşewîsta min! Nezanî ji rewşa min)
Murdem ez derd-i fîraqet xafil î ez ha-li men
(Ji destê cihêtiyê hatim, ji halê min bê agah î rewşa min)
Can û dilden erzi kildim halimi canane ben
(Min ji can û dil rewşê xwe rave kir ji bo xweşewîstê)
Erdêhala min tu xafîl qet nepirsî 'erdihal

Hel lena mîn nî'meti'l-wesli hebîbî mîn nesîb
(Bo hevdîtina wan parek nîmeta me jî heye gelo?)
Ufdatem ber deret bîçare sergerdan, xerîb
(Ketim ber derî; bêçare, şaş û metel im ez)
Derdimin çok olduğundan ona yoktur hîç tebîb
(Derdê min ewqas zehf in ku bijîşk jî kêr nayê)
Ey tebîbê min! Dewayê derdê xanî her wîsal

Nîşe:
*ji vê şêweyê re "mulema" tê gotin. Û li hink ciyan çargoşe jî derbas dibe.
*ji nivîsa "mulema û çargoşeya Ehmedê Xanî" ya Metînê K. Dilxêrî.



05.04.2020 13:34 ~14:12 | rizgarm