Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mangala] de;

3. Dema zaroktiyê me li gund dilîst. Navê lîstikê li ba me "kortik" bû. Me du qor kortik, her qorek pênc kortikên biçûk vedidan. Pênc heb yê min pênc heb jî yê li hember min. Kortika serî vala dima û navê wê "axaler" bû. ji xeynî wê çar kortik her kortikekî pênc heb xilik dixistinê. Ji herduyan yekê dest bi lîstikê dikir. Her kortikekî re xilikek diket. Da ku xilika dawî diket kortika vala. Piştî wê yê/ya li hember bi heman teşeyî didomand. Diviyabû ew kortika axalera bi keviran were dagirtin û xilik nedihat kirin axalera hember. Û heta xilik nediman û hemû li axalera kom dibûn lîstik didomand. Dema xilik xilas dibûn gora jimara xilikên axalera lîstikavanê qezenc kirî dihat kişf kirin.



19.03.2021 12:51 ~12:54 | rizgarm