Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [gula dil] de;

1. Stranek Mehmet atlı ji albûma wî ya (bnr: morî mircan) e. Gotinê stranê wiha ye:

Rêwîyê rêyek xerîb im,
Bilbila baxê biyanî.
Ez kilê çavê te me
Tu êşa dil dizanî.

Rojên bê te bê mirûz in,
Tim hişyar e kela dil.
Rojek sar e rojek germ,
Vî agirî sot bilbil.

Te deng birin, te deng bir,
Reng nemane li hawirdor.
Dilê bilbil çilmisî,
Gul xemilî bi xwîna sor.

Rêwîyê rêyeke dûr im,
Bi hêvî û bê şûr im.
Ey strana delodîn,
Ez kurkê şek pispor im.

Gula dil gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Gula dil gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Ez bilbilekî evîndar,
Tu zanî bi kula dil.

Hey lê gulê gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Ez bilbilekî evîndar,
Tu zanî bi kula dil.

Hey lê gulê gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Rêwîyê rêyeke dûr im,
Bi hêvî û bê şûr im.
Ey strana delodîn,
Ez kurkê şek pispor im.

Gula dil gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Gula dil gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Ez bilbilekî evîndar,
Tu zanî bi kula dil.

Hey lê gulê gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Ez bilbilekî evîndar,
Tu zanî bi kula dil.

Hey lê gulê gula dil,
Hey lê gulê gula dil.

Stran:





09.06.2020 18:00 ~18:01 | rizgarm