Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tunebûna bazara wêjeya kurdî] de;

1. Îro bi awayekê rêya min li nisêbînê ket û pirtûkfiroşê ku sala par jî min jê çend pirtûk stendibû hate bîra min û min got ezê serîkî lêdim, ezê jê çend pirtûka bistînim. Ez çûm piştî xêrhatinê min pirsî:
- gelo kîjan ref pirtûkên kurdiye?
hema 4-5 refên biçûk şanî min dan. Min di hundurê xwe de got "hew ewqas!". Di bin limpa telefonê (ji ber ceyran çû bû) û çilke çilkên xwîdanan de min çend pirtûkên helbestan hilbijart û dan camêr da ku hesêb ke. Min jê pirsî:
- sala par bêhtir pirtûkên te yê kurdî hebûn te jî dev jê berda(hebekî bi bişirînî)?
Gote:
- Na weleh keko wan dev ji me berdan(xwendevanan).
Û behsa lome û gazincên ku em her tim dibihîsin kir ku ez niha naxwazim dûbare bikim. Welhasil em gihan ser tunebûna bazara wêjeya kurdî û mîna her car ku hemû pirsgirêkê me girêdayî vê xalê ye "nebûna dewletekê sedema her tiştê ye" û hew. Min di bin xwîdanê de û bi dilsotinî pirtûkê xwe hembêz kir û min hundurê xwe de got:
- keko te ez cixareyek din kirim zirarê.



31.08.2020 00:46 ~00:48 | rizgarm