Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şeranî] de;

1. Gor agahiyên pirtûka erebê şemo ya navdar dimdim ê cûreyek govendêye ku berê şer û cengan ji aliyê leşkeran ve tê gerandin. Di pirtûkê de derheqê qeyde û rêbaza vê govendê de beşek:
*"...
Cewzo çû gote miraz, wî bi qaydeyê şeranî lê xist, xortan destên hev du girtin, ketin govendê, carekê çep lê xistin, du caran rast lê xistin û qeme kişandin, bi pêş de çûn, gotin: 'nave, nave, nave..!' Paşê qeme bi lez kirine qilifên wan, destên xwe li hev xistin, dîsa carekê çep lê xistin, du caran rast, qeme dîsa kişandin, bi pêş de çûn, gotin: 'nave, nave, nave..!' Cara sisêyan ku govend zîvirî, du caran çep lê xistin, lê gava ku dîsa rast lê xistin, dîsa qeme kişandin, sê caran bi hev re gotin: 'nave, nave, nave..!' Qemeyên xwe dîsa xistin qilifên xwe û govend gerandin..."
*ereb şemo 'dimdim' (r: 214, 215)



31.10.2020 12:20 ~12:25 | rizgarm