Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [elîkê betê] de;

1. Vê sibehê ez û hevalekî rûniştibûn û me suhbet dikir. Ji min pirsî ku ez ji kur im, min got: erxeniya amedê. Keniya û domand "lehengek dîrokî heye, Elîkê betê jê re dibêjin. Serhildêr û serkêşek yeman e. Dibêjin ev li xarpêtê dîl û girtiye û ji girtîgehê direve. Li gel lehengiya wî reva wî ya ji girtîgehê û xelata ku ji bo dîtina wî jî belav bûye. Tê digihêje nêzî erxenî û gelek birçî dibe. Ji şivanekî re dibêje 'şivano heyrano, ez gelek birçî bûme ka pariyek nan bide min.' Şivan dipirse 'hevalo ev çi hale çi hewal e?', elîk dibêje 'ez fîrar û qaçaxê dewletê me.' Û çawa navê elîkê betê dikeve kerika gohê şivan dibêje 'ezê yekser biçim giliyê te ji qereqolê re bikim.' Elîkê reben paşila xwe bi zorê xilas dike û xwe digihîne licê. Licêyî vedişêrin, nan didinê, xwedî dikin heta digihêje welatê xwe ."

Û min meraq kir ka ev elîkê betê kî ye. konê reş bi berfirehî behsa vî lehengî kiriye:
Here lînkê

Ev jî çend stranbêj û dengbêjên navdar ku li ser elîk strandine:

Mihemed arif cizrawî




Miradê kinê




04.11.2020 00:45 | rizgarm