Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka temen] de;

1. Axx heta vê emrê hatim û min xêrek nedît ji ruyê dinyayê (nalenal û giliyên pîrika mina xêrjiemrêxwenedî ye** û ser de jî gelek jan û êş û keser kişand ji ber temenê xwe*) Ji ber min gelek zû dest bi şuxulê kir yên ez pê re dişuxulîm ji min mezintir bûn. Henek û tiraneyê bi min dihat kirin ku hê car caran didome (17 salî!! Çawa? Ma dewlet karkerên zarok dide xebitîn ha ha ha ha û ziqûma serê we*) ruhê minê şoresger û dilê minê bizot tim serkeş û serhildêrek bêpayan bû li hember rêveberiya kargehê (ferza ku em îro nikarin dadin tifingekê lê belê apê we her roj bi top û tifinga davêt ser dijmininên zikreş zarokno ahaghaha henek henek ji min re digotin dewlet di vê emrê de vê meîşê bidê dê jixwe qûna wî rabe û van tiştinan bîne serê me lê ya rast ji wan re kakerên bêziman diviyabûn û min hîn zimanê xwe danequrtand) Û Hûn zanin merivên mezin hebekê giranin nola kevvvvir**. Tew behsa dil û evînê jî nakim, ji ber ferqa temen kesî li rûyê me nenihêrt(belê her tişt baş e lê qeşengo qusûrê min nenêre ez nikarim bi zarokekî re bibim sevgîlî ,kerbavê weleh tuyê pir poşman bî **** û û dîsa teşebusên wêrek û encamên neyênî** ) . Niha jî çend sal borî û hinek tişt guherî. Êdî li kargehê pirsgirêka temen (bi temamî nebe jî) ji holê rabû.

Lê naqede ev şera dê bidomê
da ku ruyê erdê bibe ruyê evînê *



19.12.2020 15:14 | rizgarm