Tirşik - Profîl
tirşik-profîla rizgarm

profîla "rizgarm"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [self- determînasyon] de;

1. Ji îngilîzî, Self(xwe) û determination(biryardan). Yanê biryardana qedera xwe ango diyarkirina çarenivîsa xwe. Gorî vê peymanê xelkên ku di bindestiya dewletên serdest de dijîn karin dewletekê li ser navê netewa xwe ava bike. Her çiqas ev ne bi gorî dilê dewletên serdest bin jî, bi xweşî an zorî xelqên bindest(ne giştik be jî) mafên xwe bi dest xistiye û welatê xwe ava kiriye , nûneriya xelq û welatê xwe kirine.

Di dîrokê de her çiqas bi vê navê nebe jî di heman wate û armancê de kiryar û peyman çêbûne. Mînak: şoreşa fransayê , şoreşa cotmehê. Lê bi awayek berbiçav dema şerê cihanê ya yekemîn de serokê dya'yê Woodrow wilson bi kar aniye lêbelê di nava prensibên wilson de cih negirtiye. Niha jî di gelek peymanên navnetewî de cih digirin lê bes gorî van peymanan niha dewlet û neteweyek bindest nîne. Di roja îro de şert û mercên vê teoriyê tenê ji bo netewêyên ku hebûnek wana resen heye derbasdar e.



03.01.2021 14:44 ~17:12 | rizgarm